'Baweriya jinên kurd tam e‘
05 Haziran 2010
Rojnemevan û Dîrokzan
Dr. Nikolaus Brauns û Parêzvan Brigitte Kiechle pîrtûka xwe a li ser pirsgirîka
kurdan de nivîsahdin de dibêjîn; „PKK’ê civaka kurdan gûhûrand û li cihînê dana nasandin.“
|
Rojnemevan û dîrokzan
Dr. Nikolaus Brauns nerînên xwe yên têkildarî pirtûkê bi me re parve kirin.
Hûn cawa gehiştin wê encamê ku pîrtûkeme
bi wî rengî binvisîn?
Raya giştî ya Almanyayê bi xebata kurdan û xebata çepên alman
pirsgirîka kurd û rewşa li Kurdistanê
agahdar bûye. Em jî di nav
çepên alman de cih digirîn. Pirsgirîka
kurd rojane di şopînin. Her wiha hevalên me ên
kurd jî hene.
Em gelek caran li gel
wan hevalan çûne Kurdistanê. Di çûyîn û hatina xwe ya Kurdistanê
de me gelek tîşt dîtin û em fêrî gelek
tiştan bûn. Ew tiştên me dîtinê ne diştên
normal bûn. Hebûna gelekî nayê pejîrandin.
Gelek ji bona hebûna xwe
têdikoşe. Li hemberê hebûna gelekî terora
dewletê bi her awayî didome. Me têkoşina
gelê kurd a bo hebûna xwe
dît. Terora dewletê jî me
dît. Her wiha di têkoşina gelê kurd ê gelek aştî
xwaz, zindî her roj dinava çalekiyadan
jî dît. Me hirduyan li cihê wê ev raperîne dît. Me got çi
dibe bila bibe. Emê dîrok
û raperîna gelê kurdji bi raya jiştî a alman
û cihanê ve parvebikin. Belkî ji bo çareseriya pirsigirêkê jî bibe gavek.
‘Bi PKK’ê re rêbertiyek
derket’
Hûn li ser dîroka Kurdistanê berfireh sekinîne. Tu dikarê berya PKK’ê
piştî PKK’ê çi cûdabûn hene
bi me re parve bike?
Dagirkeran Kurdistan parçe kirinê.
Dagirkeran
di parçebûna Kurdistanê de alîkariyeke mezin ji dewletên
navnetewî girtine. Piştî parçebûna Kurdistanê tirk, ereb û farisan
polîtikayên helandinê li ser kurdan meşandin.
Kurdan gelek çaran li berxwe
daye, lê
rêxjstinek bi ilmê dom dirêj ne hate meşandin. Serhildanên beriya PKK’ê heremî man. Rêbertiyek zanistî jêre ne hate kirin û lewma
jî têk çûn.
Serhildanên 1920 û yên 1930 ji
wisa bûn. Beriya PKK’ê tenê navê
kurdan hebû. Ji bo kurdan hewildanek ne bû. Lê bi PKK’ê re rêbertiyek
derkete holê. Di hewîldanên wî rêberî
de gelekê xwe naskir. Gelek bedel
dan raste. Lê gelek hîşyar bû. Tenê ne li
parçeyek Kurdistanê li her çarparçeyên Kurdistanê gelek ji bo azadiya
xwe û ji bo hebûna xwe
rabû ser lingan. Ji nû
ve dîroka xwe nivîsî. Çanda
xwe nûjen kir. Tirsa di mejiyê xwe de şêkenand. Tirsa
dilê xwe avêt. Bi gelek
rêbazan têkoşina xwe domand û didomine.
PKK’ê ji serhildanên berê tecrûbe girt û şoreşa xwe di nava
gelê xwe de kur kir. Kinasî
em dikarîn wisa bêjin ; Gelê bi navê
eşîran bi navê olan bi navê rêxistanan
û di nava dewletandan parçe bûyî. Îro ji
bona hebûna xwe di bin êrîşen mezînda li ber
xwe dide. Ev ji nû de afirandina
gelekê ye.
PKK’ê tesireka cawa li civaka
gelê kurd
kir?
PKK’ê civakeke nû afîrand.
Dîroka gelekî bi gelekî da nivîsandin. Pirsgirîka kurd
bi cihînê da nasandin. Gelê kurd îro dibêje
‘Gel PKK’ê ye PKK’ê li vire.“
Rêbertiya PKK’ê ji bo xwe wekê pêxemberêkê
dibine.
Her wiha we di pîrtûkê de cîhekî berfîreh daya jina
kurd...
Raste.
Jinên kurd
bandorek mezin li me kir. Tirsa li
ser xwe avêtine. Li hemberî panzeran
disekinin û ala PKK’ê di destê wan de ye. Ev dîmene me dîtin em matmayî hiştin.
Me bergê pîrtûka
xwe ya yekêm
ji wêneyê Newroza Şirnexê amade kir. Di vê wêneyê de di
destê jinek kurd a bi kincên
gelerî de ala PKK’ê heye û li pişt
panzerê sekiniyê. Tesîra vî dîmenî dîlê
me de cîhê xwe girt.
Ji bo
vê hewildana jinên kurd bala
me zêde kêşand. Di nav civaka kurd
de hêzeke wisa li ser civakê
ji bandorek mezin kir. Civaka
kurd parça kirine. Civakên feodal li di nava
vê civakêda jinên azad û di nava çalakiyan da bê tîrs hewîldana
wan jinan bala me kişand.
Di lêkolên me de derkete holê ku
jina kurd hem li nav refên
gerîla hem ji di nava siyaseta legal de tesîrek mezin kiriye.
Di çalakiyên xwe rengînin. Ser bilîndin.
Bê tirsîn. Belkî zêde PKK’ê
nasnakin lê bir û baweriya wan tam e. Li xwe
zarokên xwe û serokatiya xwe xwedî derdikevin. Bi van hewildanên xwe, civakê digûherînin. Civaka alman çêndî
kurdan û jinên kurd nasdikin lê
jina kurd a di nava wan hewîldanadeye
nas nakin. Me xwast jinên
kurd ên di nava çalakiyan da jî bi civanka alman
bidin nasandin. Di bir û baweriya wan jinan da azadî,
wek hevî û serkeftin heye. Erê raste li gelek
welatê din jî jin di nava
gerîla de cîh girtiye lê heta
niha di dîrokê ti tist ê wekî
Kurdistan nebûye. Jin ne tenê
di nava gerîla de cîh digre herwiha
di nava siyastê de û di asta heri bilinde
cih digre. Di nava partiya alman
ya Cep (DIE LINKE) nîqaş ser diken ji bon
hevserokatiyê (jin, zilam). Lê ev
tist di nava DTP û BDP de pir normal dê dîtin
û herwiha ji aliyê zilam tê
qebûl kirin û pir normal tê dîtin.
Tu di pîrtûka xwe de hûn çima hevqas
bi berfirehî li ser PKK’ê rawestiyan?
PKK’ê li herêmê hêzek bi serê xwe ye.
Mohra xwe li dîroka Rojhilata
Navîn daye. Li her çar parçeyên Kurdistanê
kurdan temsil dike. Di dîlê kurdan
de cihê xwe girtiye. Sistema dewleta tirk têk
biriye û bandorek mezîn li ser
sistemên Rojhilata Navîn kiriye. Îro
pirsgirêka kurd di nava cihanê de daya nasandin. Kesên behsa pirsgirîka
kurdan dikin dive PKK’ê li
ber çavan bigrin. Eger PKK’ê li ber çavan
ne girîn, ew kes xwe dixwapînin.
Ji bo wêqasî
ji me di pîrtûka xwe de cîhekî berfireh daye PKK’ê.
Hûn li ser rewşa siyasî ya dawî
ya li Kurdistanê
jî rawestiya ne. Li gorî
we rewş li ber kû ve
dice?
Mixabin rewş ne başe. Dewlata tirk pirsgirîka kurd
qabul nake. Polîtikayên înkar û tûnekirinê berdevam in. Rêberê Gelê kurd
Abdullah Ocalan ev 11 salabûn destê aştiyê
dirêj kiribû. Lê destê Ocalan li
hewayê ma. Li Kurdistanê
siyasetmedarên kurd
û şaredarên kurdan hatin girtin. Bi sedan zarok hatine girtin. Êrêşên li ser gerîlayên kurd zêdebûn.
Ew ji
rewşa li ber şerî ve
dibe.
Amedakariya we ya
ji bo
nivîsandina pîrtûkê çawa bû?
Ez ji zû de pirsgirîka kurd dişopînim.
Nizîkî 20 salan ye li gel kurdan di
gerim. Salên 1991’ê vir ve pirsgirêka
kurd di
rojeva min de ye. Ji qedexeya PKK’ê de 1993’an de di hevgirtina Kurdistanê
(Kurdistan-Solidaritätsbewgung)aktiv im û herwiha ji 2001’ an we ez her salê
dicim Kurdistanê. Ev amedakariya min a ji bona pîrtûkê bû. Wa salên
dawê her Newrozê ez li Kurdistanê
bûm. Her çûn
û hatina min a Kurdistanê ez nêzîktir kirim
ji bona nivîsandina vê pîrtûkê kir.
Xabata pirtûkê çiqasî dom
kir?
Nivîsandina vê pîrtûkê du salên me girtin. Lê li ber nivîsandinê ji me karê xwe
domand.
Di nivîsandina pîrtûka de we çi zehmetê dîtîn?
Ya herî zehmet dîroka
PKK’ê bû. Li ser PKK’ê gelek
tişt hatine nivîsandin. Li divê
mirov bi xwe lêkolin bike bigihije encaman. Ev ji bo me
biçek giran hat. Lê lêkolana û şirovayên
me me tu ali ne girtin
me rasti girtiye dest.
Pîrtûka we dê bi zimanê kurdî/tirkî
bê capkirin gelo?
Aleqeyek niha heye ji bo pîrtûkê. Ji bona zimanê kurdan û tirkan bê çapkirin pêwestî
heye. Îhtimalek mezîn emê bi qulipine kurdî û tirkî ji.
YUKSEL TOPRAKLI / HANNOVER